Bi sponsoriya K24ê maratona Pêngava Bêdawî li Zaxoyê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sponsoriya K24ê, maratona Pêngava Bêdawî li Zaxoyê tê kirin û ji tevaya emran û welatiyên tevaya bajar û bajarkên Kurdistanê tevlî wê dibin.

Îro (În, 31.05.2024) li bajarê Zaxoyê û bi sponsoriya K24ê, li jêr navê Pêngava Bêdawî maratoneke mezin tê kirin û hemî hêsankarî jî ji bo tevlîbûyiyên wê hatine kirin.

Ew marathon sertaserî ye û ji tevaya emran û welatiyên tevaya bajar û bajarkên Kurdistanê tevlî wê dibin.

Li dû rêkxistinker û berhevkerên wê maratonê, merema serekî ew e ku xelkê Herêma Kurdistanê ji hemî cihan biçin Zaxoyê û xweşiktiya wê bibînin.

Amaje hat dan ku zêdetirî şeş hezar û 600 kesan navên xwe nivîsîne ku tevlî wê maratonê bibin û heta berî seet 10:00 ê vê sibehê zêdetirî çar hezar kesan berhev bûbûn.