Serokê CHPê Ozgur Ozel serdana Demîrtaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel dê serdana hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş dike ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye..

Li gorî malpera “Mediascope”, Ozgur Ozel dê serdana Demîrtaş bike. Ev jî piştî wê tê, pêştir Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serdana Demîrtaş û Şaredarê berê yê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli kiribû.

Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber Doza Kobanê Li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Roja 7'ê Gulanê a borî jî ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve 42 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Herwiha dadgehê cezayên 30 sal li hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag û 10 sal cezayê girtîgehê jî li Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk birîbû.

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel jî, biryarên dadgeha Enqerê yên derbarê Doza Kobanê û cezayê Demîrtaş de siyasî binav kiribû.