Li Diyarbekirê bi beşdariya konferansa Pirsa Kurd hat kirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê, li ser pirsa Kurd konferansek hat lidarxistin û bi dehan siyasetmedar, hiqûqnas û rewşenbîrên Kurd di vê konferansê de rê û rêbazên ber bi çareseriya pirsa Kurd ve nîqaş kirin. Di konferansa ku siyasetmedarên ji Herêma Kurdistanê jî beşdar bûn de hem li ser bandora vê pirsê hem jî li ser girîngiya navxweyî ya gelê Kurd dan û stendin hatin kirin.

Li Diyarbekirê ji aliyê rêveberên kovara Deng ku kovareke siyasî û çandî ya bi Kurdî ye, Konferansa ‘Meseleya Kurd, Pêşerojeke Çawa?’ hat rêvebirin. Di konferansê de rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, hiqûqnas, serokên partiyên siyasî û gelek kesayetên ku li ser pirsa Kurd xebat meşandine nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Siyasetmedarên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ku ji Herêma Kurdistanê beşdar bûn jî bal kişandin ser yekîtiya navxweyî ya Kurdan ku bikaribin di qada navneteweyî de rê li çareseriyan vekin.

Berpirsê Çapemenî û Weşanê ya PDKê Dr. Salar Osman ji K24ê re got: “Hêviya me beriya her tiştî yekgirtina Kurdan e. Piştî yekgirtinê, divê em têgihîştinên xwe biguherînin. Divê em têgihîştinên xwe li gorî rûdawên mezin ên mentîqe, navçe û Rojhilata Navîn çêdibin biguherînin. Heger em têgihîştinên xwe biguherînin, tê wateya ku em bikaribin bi hev re hemû rûdawên tabloya mezin bibînin. Gelek caran Kurd beşeke rûdawan dibînin û diçin xwe dikin nav sozên rûdawê. Heger em hemû rûdawê bibînin, em ê bikaribin baştir û zelaltir pirsên xwe çareser bikin.”

Di konferansê de 4 rûniştin hatin rêvebirin û di her rûniştinekê de kesayetên di qada xwe de pispor bûn, bandora pirsa Kurd a li Rojhilata Navîn, pêşeroja pirsa Kurd û hewcedariya stratejiyên siyasî ya di çareseriya pirsê de bi beşdaran re guftûgo kirin. Rêveberên konferansê jî li ser bandora konferansên bi vî rengî diyar kirin ku têgihîştina ji pirsa Kurd gelek bi pêş ve çûye û dê bandora van xebatan bi awayekî erênî li qada siyasî ya Kurd bibe.

Hiqûqnas Sedat Yûrttaş dibêje: “Eşkere ye cîhan her gav bi aliyekê ve diçe û bê veger diçe. Divê veguherînê de kî amade be, kî têkiliyên cîhanê baş fêm bike û kî ku bikaribe yekîtiya Kurdan bi rastî çêbike, destkeftiyên ku heta îro hatine bidestxistin biparêze û bi pêş ve bibe, ji ber vê yekê jî ev konferans gelek girîng e.”

Di konferansa pirsa Kurd a li Diyarbekirê hat rêvebirin de pirsa Kurd hem ji aliyê siyasî hem ji aliyê civakî ve hat nirxandin. Peyama giştî ya rewşenbîrên beşdarî konferansê bûbûn ew bû ku divê pêşî yekîtiya navxweyî çêbibe da ku pêşî li daxwazên Kurdan ên neteweyî were vekirin.