Şaxewan Ebdula: Em li nêzîktirîn dem parêzgerekî Kurd bo Kerkûkê dadinin

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Em li nêzîktirîn dem parêzgerekî Kurd bo Kerkûkê dadinin.” Herwesa dibêje, “Hemî bizavên me ji bo wê yekê ne ku deng li ser mijara xişteyên budceyê bê dan.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Yekşem, 02.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro Lineya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê li ser xişteyên budceya giştî ya federalî ji bo sala 2024ê civiya ji ber ku pêdivîtiya Îraqê bi wê yekê heye ku dest bi bicihanîna vê pirojeyê bê kirin.”

Şaxewan Ebdula herwesa got, “Hemî bizavên me ji bo hindê ne ku sibe (Duşem, 03.06.2024) deng li ser mijara xişteyên budceyê bê dan.”

Navbirî li ser mijara danana parêzgerekî Kurd ji bo Kerkûkê jî eşkere kir, “Me rewşa niha ya Kerkûkê red kiriye. Hin kes hebûne ku ji rewşa niha ya wî bajarî mifadar bûne, dixwazin ev îdare wekî xwe bimîne. Me ji bo wê yekê hilbijartin kirine ku îdareya niha ya wî bajarî bê guhertin.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Encamên hilbijartinên encûmenên parêzgehan û mafên neteweyan li ber çav tên wergirtin û em li beranberî guhertinan in ji bo ku hikûmeta xwecihî li Kerkûkê bê çêkirin û parêzgerekî Kurd ji bo wî bajarî bê danan.”