Li şûna Şaredarê Colemêrgê yê Dem Partiyê qeyum hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, ji hêla Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji postê xwe hate dûrxistin û şûna wî qeyum hate danîn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, li ser dûrxistina Şaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin: “Mehmet Siddik Akiş, bi tometên rêveberin, endamtî û bangeşeya rêxistina terorê di dageha sizaya giran ya Colemêrgê de tê dadgehkirin. Her wiha bi tometa endamtiya rêxistina terorê, Serdozgeriya Colemêrgê dozekê nû derbarî wî de vekiriye û ji ber vê lêpirsînê hatiye binçavkirin.”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, ji ber van sedeman Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê wek wekîlê şaredarî qeyum hatiye danîn.

Ev yek di demekê de ye, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê îro danê sibê êrîş biribûn ser avahiya Şaredariya DEM Partî ya li Colemêrgê. Herwiha Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatibû binçavkirin.

Piştî binçavkirina Mehmet Siddik Akiş jî, ji aliyê Parêzgeriya Colemêrgê ve hat ragihandin ku li Colemêrgê bo 10 rojan hemû cure çalakî hatine qedexekirin ku bang li welatiyan hat kirin, pabendî qedexeyê bin.