DEM Partî: Desthilat bi danîna qeyûman tola têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de hiltîne

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partî dûrxistina Hevşaredarê Colemêrgê û danîna qeyum bi tundî şermezar kir. Cîgira Serokê Fraksiyona DEM Partiyê da xuyakirin, desthilat li aliyekî behsa nermbûn û destûra nû dike, li aliyê din jî di sîstema qeyuman de berdewam dibe ku diyar e destûr û nermbûn, Kurdan li xwe nagire.

Cîgira Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li ber deriyê hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê ya bênavber bikin.

Koçyigîd got jî: “Dadgeh bi armancên siyasî tên bikaranaîn û bi hincetên vala şaredarê me yê Colemêrgê hatiye dûrxistin. Ev li ser îradeya gel derbe ye. Kengê bixwazin hilbijartin dikin, kengê bixwazin qeyuman datînin, Gelê me 31’ê Adarê bersiva sîstema qeyuman da, lê niha dixwazin tola xwe hildin.”

Herwiha got: “Ev bi eşkere rêveberiya rewşa awarte ye, bo Kurdan rewşa awarte ti carî dawî nabe. Em çiqas biryarbûna xwe li ser siyaseta demokratîk nîşan didin, ew ewqas hewl didin me dûr bixin. Gelo asayîbûna ku gotin ev e, destûra nû dê li ser vê bingehê were çêkirin. Ev destûr di bin qeyuman de maye û eşkere ye kurdan li xwe nagire.”

Koçyîgît wiha berdewam kir: “Ev darbe li hemû hêzên demokrasiyê û azadiya dengdayîn û hilbijartinê hatiye kirin. Divê hemû rayagiştî têkildarî mijarê berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide. Ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji rewşenbîr û hunermendan heta hemû kesên dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide divê li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman deng derxîne. 

Ev daxuyaniya Cîgira Serokê Fraksiyona DEM Partiyê piştî wê tê, Şaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, îro ji hêla Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji postê xwe hate dûrxistin û şûna wî qeyum hate danîn.