Firaksiyona PDKyê: Bi piştevaniya Mesrûr Barzanî mûçeyên Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê de hatin dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê di konferanseke rojnamevanî de helwesta xwe ragehand û pêşwaziya dengdana endamên Civata Nûnerên Îraqê ji bo pejiranandina xişteyên budceya 2024ê kir.

Seroka Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Sebrî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê kir, ji ber xweragirî û piştevaniya wan ji bo bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çarekirina pirsa mûçeyan.

Viyan Sebrî amaje jî da, “Piştî bizavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo danûstandinên berdewam û serdankirina Bexdayê bi merema dîtina çareseriyeke bingehîn ji bo arêşeya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, pejirandina xişteyên budceya 2024ê peyda bû.”

Navbiriyê tekez jî kir, “Hemî endamên Firaksiyona PDKyê tevlî rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê bûn û encamekî baş ji bo mûçexurên Herêma Kurdistanê tevî mûçeyên fermanberan, xanenişînan û çavdêriya civakî bi dest ve hat.”

Cîgira Serokê Lijneya Darayî û Endama Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî ji aliyê xwe ve di wê konferansa rojnamevanî de eşkere kir, “Civata Nûnerên Îraqê bendek li ser budceya 2024ê zêde kir ku desthilat daye Civata Wezîran ku du tirilyon dînaran ji bo parêzgehan xerc bike.”

Îxlas Dilêmî herwesa got, “Me wekî Firaksiyona PDKyê piştevaniya parêzgehan ji bo dabînkirina budceya pêdivî ji bo pirojeyan kiriye. Herwesa me hemî bizav kirine ku mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bên dabînkirin.”

Navbiriyê ron jî kir, “Bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û peywendiyên wî yên berdewam bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê di budceya 2024ê de hatin dabînkirin.”.

Cîgira Serokê Lijneya Darayî û Endama Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê herwesa spasiya firaksiyonên Kurdistanî û endamên Civata Nûnerên Îraqê kir ku piştevaniya pejirandina xişteyên budceya 2024ê kir.

Di eynî demê de Endamê Lijneya Darayî û Endamê Firaksiyona PDKyê li Civata Nûnerên Îraqê Xelîl Xazî jî ron kir, “Firaksiyona PDKyê li ser lidûçûn û çavdêrîkirina xerckirina budceyê û bicihanîna xişteyên budceya 2024ê berdewam dibe.”