Artêşa Israîlê: Çar revandiyên Israîlî mirine û termên wan li bin destê Hemasê ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê radigehîne, “Çar revandiyên din ên Israîlî ku li roja 07.10.2023ê ji aliyê Hemasê ve hatibûn girtin mirin.” Amajeyê jî dide, “Termên wan li bin destê Bizava Hemasê ne.”

Artêşa Israîlê di beyannameyekê de ragehand, “Çar revandiyên bin destê Hemasê mirine ku nasnameyên wan her çar kesan hatine eşkerekirin û navên wan jî Hayîm Pîrî, Yoram Mêtizger, Emîram Kuper û Nadav Poplêwil in.”

Artêşa Israîlê amaje jî da, “Ew her çar kes zindî di wan vîdyoyan de derkeftine yên ku ji aliyê Hemasê ve hatine belavkirin.”

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari ragehand, “Artêşa Israîlê dikare di her agirbesteke li Xezzeyê û lihevkirineke azadkirina revandiyan de, ku hikûmet biryarê li ser bide, ewlehiya Israîlê gerentî bike.”

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 7ê Cotmeha 2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, ji bo dema çend rojan jî deverên Israîlê moşekbaran kirin û zêdetirî hezar û 400 kesan kuştin û zêdetirî 240 kesan jî revandin ku heta niha zêdetirî 130 kesan jî di agirbestan de hatine azadkirin.

Heta niha Israîlê jî zêdetirî 35 hezar Filistîniyan li kertê Xezzeyê kuştine ku piraniya wan jin û zarok in.