Biryarderê Perlemana Ewropayê: Sepandina qeyûman li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye

Nacho Sánchez Amor
Nacho Sánchez Amor

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryarderê Perlemana Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Tirkiyeyê li ser tora civakî ya Xê rexneyê li siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî serokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê digire û dibêje, “Dîsa helmeta rakirinê û danana qeyûman dest pê kiriye.”

Biryarderê Perlemana Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Tirkiyeyê Nacho Sánchez Amor peyama xwe bi navnîşanê “Dîsa dest pê kir” nivîsiye û dibêje, “Em desteserkirina Serokê Şaredariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Mihemed Sadiq Akiş û sepandina qeyûmekî li cihê wî red dikin ji ber ku ew tiştê hatiye kirin nehêlana îradeya xelkî ye û êrîşkirina li ser bingehên demokrasiyê ye.”

Rengvedan piştî desteserkirina Mihemed Sadiq Akiş tên, ku bi tometa skalayekê qaşo ji sala 2014ê heta niha yekalî nebûye. Piştî desteserkirina Akiş, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê kesek wekî Serokê Şaredariyê bi qeyûm ji bo birêvebirina karûbarên wê şaredariyê danaye.”

Pêştir jî li roja 02.04.2024ê yanî tenê piştî borîna du rojan li ser hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi biryareke Nivîsîngeha Hilbijartinan a Wanê Serokê Hilbijartî yê Şaredariya Mezin a Parêzgeha Wanê Ebdula Zeydanî ji pişka Dem Partiyê ji postê wî hat dûrxistin û li şûna wî Ebdulhat Aver ku kandîdê duyê yê serkeftiyê hilbijartinên bazineya parêzgeha Wanê ji pişka Ak Partiyê bû li cihê wî hat danan, lê ew biryar rûbirûyî xwenîşandanên cemawerî bû û Dezgeha Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê bi neçarî biryara xwe guhert û maf ji bo Ebdula Zeydan vegerand.