Li çar bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî qaçaxvaniya koçberan operasyonek hat kirin

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li 4 bajaran li hember qaçaxvaniya mirovan operasyon hatiye lidarxistin û di encama wan operasyonan de, 63 kesên ku serperiştiya karên qaçaxiyê dikirin hatine desteserkirin û gelek ji wan jî hatine girtin.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ragihand ku, li Mûgla, Çanakkale, Şirnex û Wanê li dijî qaçaxvaniya koçberan operasyona bi navê KALKAN-23 hatiye kirin.

Di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, 63 serperiştên qaçaxvaniyê hatine desteserkirin, 38 jê hatine girtin û ji bo 14 kesan jî biryara şertê kontrola dadî hatiye dayîn.

Alî Yerlîkaya diyar kir ku koçberên ku hatine girtin radestî Gerînendehiyên Îdareya Koçberiyê hatine kirin.