Li Êlih û Dêrsimê jî ji bo dema heft rojan çalakî tên qedexekirin

Dêrsim
Dêrsim

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Êlih û Dêrsimê, hemû çalakî, meş û daxuyanî ji bo heyama heft rojan tên qedexekirin.

Piştî tayînkirina qeyûm a li ser Şaredariya Colemêrgê, ji bo ku pêşî li çalakî û xwepêşandanên girseyî were girtin, Li Êlih û Dêrsimê hat ragehandin ku hemû çalakî, meş û daxuyanî di nav heft rojan de qedexe ne.

Hejayî gotinê ye ku pêştir Parêzgeriya Colemrgê ji bo dema 10 rojan, Diyarbekirê ji bo dema 4 rojan, Sêrtê ji bo dema 7 rojan û Bedlîsê jî ji bo dema 10 rojan qedexe ragihandibû.