Bekirhan: Em êdî rê nadin zîhniyeta danîn û ferzkirina qeyûman li ser şaredariyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir, heta şaredariya Colemêrgê vegerînin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ji Colemêrgê dernakevin.

Bakrhan got: “Difikirin ku em ê bêdeng bimînin û rê nadin ku qeyûm ferz bikin. Em ê ti carî bêdeng nemînin. Heta ku em şaredariya herêmî venegerînin em ê ji Colemergê dernekevin. Êdî bes e ev dijminatî û neheqî. Nermbûn û asayîkirina ku behsa wan kirin, tê wateya tayînkirina qeyûman li ser Colemergê. Çawa me Wanê parast em ê jî Colemêrgê jî biparêzin.”

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû binçavkirin û li şûna wî qeyûm hat danîn. Li dijî danîna qeyûm, bi pêşengtiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl çalakî tên lidarxistin.

Biryarderê Perlemana Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Tirkiyeyê Nacho Sanchez Amor li ser tora civakî ya “X” rexne li siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî serokên şaredariyên Bakurê Kurdistanê girt û dibêje, “Dîsa helmeta rakirina şaredariyan û danana qeyûman dest pê kiriye.”