Tevaya tayên xwaringeha KFC li Bexdayê hatin daxistin

Tayekî xwaringeha KFC li Bexdayê
Tayekî xwaringeha KFC li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber êrîşên berî çend şevan yên li ser tayên xwaringeha KFC ya Amerîkayî li Bexdayê, desteya birêvebirina wê xwaringehê biryar da tevaya tayên wê xwaringehê li Bexdayê dabixe.

Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Şivan Cebarî duhî (Sêşem, 04.06.2024) got, “Şeva borî nêzî seet 10:00 li ser cadeya Filistînê û li devera Keradeyê ya Bexdayê êrîşî tayên branda KFC hat kirin û di eynî demê de êrîşî çend berjewendiyên din ên Amerîkayê û herwesa yên Brîtanyayê jî hat kirin.”

Şivan Cebarî amaje jî da, “Ji şeva borî heta niha, rewşeke ewlehiyê ya nexweş peyda bûye û pareke zêde ya cadeyan xasma li devera Keradeyê û cadeya Filistînê hatin daxistin ku ev jî ji bo hatinûçûna erebeyên welatiyan bûye sedema çêbûna gelek astengan.”

Navbirî eşkere jî kir, “Desteya Birêvebirina Tayên Xwaringeha KFC li Îraqê û xasma li Bexdayê biryar da ku tevaya tayên wê xwaringehê dabixe.”

Ev êrîşên li ser brandên Amerîkayî û Brîtanyayî li Bexdayê piştî wê yekê peyda bûn ku êrîşên Israîlê li ser kertê Xezzeyê û Refehê zêde bûne. Li ser raspardeya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar li ser çêkirina tîmeke vekolanên hûr ji bo destnîşankirina nasnameya wan êrîşan hat dan, heta niha nasnameyên heft kesan hatine eşkerekirin.