Bi dadgehkirina Serokê Şaredariya Colemêrgê re hemî çalakî jî hatin qedexekirin

Colemêrg
Colemêrg

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bicihanîna rêkarên tund ên ewlehiyê de, îro (Çarşem, 05.06.2024) li tayê yekê yê Dadgeha Tawanan a Colemêrgê, rûniştina yekê ya dadgehkirina Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehemet Sidîk Akiş tê kirin.

Serokê Şaredariya Colemêrgê Mehemet Sidîk Akiş ku ji pişka Dem Partiyê ye bi tometa skalayekê ku qaşo ji sala 2014ê heta niha nehatiye yekalîkirin hatiye desteserkirin û tê dadgehkirin, rûniştina îro jî rûniştina 61ê ya dadgehkirina wî ye û polîsan li derdora dadgehê rêkarên tund ên ewlehiyê ji bo rêgirtina li çalakiyên xwenîşandan an jî kombûn û diyarkirina nerazîbûnê bi cih anîne.

Li dû medyaya Tirkiyeyê, biryar e rûniştina îro ya dadgeha Colemêrgê rûniştina dawiyê be, ji bo derxistina biryara dawiyê li ser wê doza Serokê Şaredariya Colemêrgê.

Ev du roj in ku serokekî şaredariyê bi biryara qeyûmî li Colemêrgê dest bi karî kiriye, di eynî demê de diyarkirina nerazîbûnê ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê ve xasma li Colemêrgê li dijî sepandina qeyûmî li wê parêzgehê berdewam e.

Herwesa medyaya Tirkiyeyê parve kiriye ku, ji bo rêgirtina li her çalakiyekê û çêbûna xwenîşandanên berfireh ên cemawerî li dijî derxistina Mehemet Sidîk Akiş ji ser karê wî û sepandina qeyûmî li şaredariya Colemêrgê, biryara qedexekirina çalakî û xwenîşandanan li Diyarbekirê ji bo dema sê rojan û li Wanê jî ji bo dema du rojan hat dirêjkirin.

Biryara dirêjkirina dema qedexekirina hemî çalakiyan piştî wê yekê derkeft ku Dem Partiyê daxwaz ji alîgirên xwe û welatiyên Bakurê Kurdistanê kir ku bi xwenîşandanan û diyarkirina nerazîbûnê biryara danana qeyûmî red bikin.