Ekrem Îmamoglu bû Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, li hemberî namzetê AK Partiyê bi serket û bû Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê. Hevşaredarên Mêrdîn û Diyarbekirê jî di rêveberiya nû ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê de cih digirin. 

Civîna Encûmena Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê, bi armanca hilbijartina serok û rêveberiya nû li Enqerê birêve çû. Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, wek endamê temenê herî mezin, civîn birêve bir.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu wek namzetê CHPê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Trabzonê Ahmet Metîn Genç wek namzetê AK Partiyê xwe destnîşan kirin.

Di hilbijartinê de, 765 şaredaran dengên xwe dan û Ekrem Îmamoglu bi 515 dengan bû serokê nû yê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê. Namzetê AK Partiyê Metîn Genç di 250 dengan de ma.

Her wiha Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Diyarbekirê Sera Bucak jî bo rêveberiya nû ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê hatin hilbijartin.

Ekrem îmamoglu piştî hilbijartinê da xuyakirin, li hemberî şaredaran ewê li dijî hemû bêdadiyan rawestin û nabe yasa hemberî hin şaredaran neyeksan were bikaranîn