Şeyhmûs Daghan: Kurdên di nava CHPê de li dijî qeyûman dozê vedikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Karvedanên danîna qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê berdewam in. Li Tirkiyeyê partiyên opozîsyonê yên çepgir jî, yên rastgir jî li dijî danîna qeyuman bertek nîşan didin. Li aliyekê jî  Kurdên nava CHPê de ne biryar dane serî li dadgehan bidin da ku derbarê qeyumên borî de doz werin vekirin.

Piştî ku bo şaredariya Colemêrgê qeyûm hat danîn bi awayeke berfireh ji aliyê saziyên sivîl û partiyên siyasî ve bertek hatin nîşandan û rexneyên giran hatin kirin ku bertek berdewam in. Partiyên opozîsyonê balê dikêşin ku danîna qeyûman li dijî pîvanê demokrasiyê ye û divê demildest ji vê xeletiyê were vegerîn. Partiya Opozîsyona Sereke ya Tirkiyeyê jî danîna qeyûm şermezar dike û kurdên nava CHPê de ne jî derbarê qeyûmên serdema borî de gavek nû biavêjin.

Serokê Rêxistina CHPê yê Yenîşehîra Diyarbekirê Şeyhmûs Daghan ji K24ê re got: “Em danîna qeyûman qebûl nakin, em qeyûman şermezar dikin. Hemu kesên nava CHP de ne jî li dijî qeyûm in. Em kurdên nava CHPê de ne jî emê li dijî qeyûmên borî doz bidin vekirin da ku êdî bi hêsanî qeyûm neyên danîn.”

Gelek partiyên ji aliyê îdeolojîk ve ji hev dûr in jî di warê danîna qeyûman de wek hev helwest nîşan didin û balê dikêşin ku ji xwe danîna qeyuman xelet e lê eger tawanek hatibe kirin jî divê şûna serokê ji kar hatî durxistin meclîsa şaredariyê serokek nu destnîşan bike

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Yenîden Refahê yê Alî Erdem dibêje: “Pêwîst e ku gel kî hilbijartibe ew dewam bike, eger tawanek hebe jî şuna serokê ji kar hatî durxistin meclîsa şaredariyê serokek nû hilbijêre.”

Şaredariyên Dem Partiyê bi pankartan danîna qeyuman şermezar dikin, li aliyekê jî DemPartî dibêje li dijî danîna qeyuman ewê bênavber çalakiyan bikin û nobetan bigirin.