Çalakvanên Efrînê: Çend roj in dar û daristanê Efrînê tên şewitandin

Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi çiya û daristanên Efrînê ketiye û çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin.

Çalakcvanên Efrînê belav kirin, çend roj in agir bi çiyayê Hawarê yê Efrînê ketiye, beşek mezin ji daristanê şewitiye û ti alî hewla vemirandina agir nadin.

Çalakvanan amaje bi wê jî kirin, agir zû belav dibe û ji hin gundan ve nêzîk bûye, bi taybetî gundê Qêsim, Dîkê, gundê Çiyê û Avrazê.

Herwiha agir bi daristanên navçeya Şera û darên zeytûnan ên li nêzîkî gundê Çema ketiye û hejmareke mezin ji darên zeytûnan, merx û keleman ketiye.

Li gorî çalakvanan, di çend rojên borî de, agir bi çiyayên navçeya Bilbilê û gundên navçeyên Şêrewa yên wekî Soxanekê, Meyasa, Birc El-Qas, Kilûtê ketibû rûberên berfireh şewitîbûn.

Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi şewitandina darastanan tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar bi hinceta parastina ewlehiyê agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2028an de, bûyerên pêketina agir bi dar û daristanên Efrînê zêde bûye.

Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê
Agirê Çiyayê Hawarê