Navenda Şêwirmendiyê bo Koçberan li Herêma Kurdistanê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma vekirina projeya Navenda Şêwirmendiyê bo Koçberan de ragihand, Herêma Kurdistanê dê bibe nehemîn welatê cîhanê ku vê sîstemê peyrew dike.

Bi serpereştiya Wezîrê Navxwe, wezaretên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerên welatên derve, îro 06.06.2024an, merasîma vekirina Navenda Şêwirmendiyê bo koçberan li Hewlêrê birêve çû. Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed jî di gotarekê got, ev sîstem destkefteke nû ye û ji aliyê çend welatan ve tê piştgirîkirin.

Rêber Ehmed da zanîn, bi damezrandina projeya Navenda Şêwirmendiyê bo koçberan re, deriyekî nû ji bo standardkirina ezmûnên navdewletî, parastina zêdetir a welatiyan, pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir, belavkirina hişyariya zêdetir li ser koçberiya neyasayî, bilindkirina şiyana ciwanan a ji bo bidestxistina derfetên kar ên yasayî li welatan, aşnekirina ciwanan bi ezmûna welatan, tê vekirin.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de got, Herêma Kurdistanê dê bibe nehemîn welat ku vê sîstemê cîbicî dike.

Rêber Ehmed got jî: Piştî ku sala borî yekem car li Iraq û Herêma Kurdistanê sîstema vegerê ya niştimanî hat avakirin ku li zêdetir ji 100 welatan kar pê kirin, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi piştevaniya Rêxistina Navdewletî ya Koçberan (IOM) kariye vê sîstemê li her du parêzgehên Hewlêr û Dihokê ji bo xizmetkirina welatiyên ku ji derve vedigerin cîbicî bike, ev jî ji bo têkelkirina wan di nava civaka Kurdistanê de.

Diyar kir jî: Pêşxistina vê sîstemê berdewam e û di demek nêzîk de dê ev sîstem li hemû parêzgehên din û îdareyên serbixwe ên Herêma Kurdistanê bê cîbicîkirin û xizmeta welatiyan bike.

Rêber Ehmed da zanîn jî: Wezareta Navxwe bi rêya danîna sîstemeke elektronî û anîna pisporên navdewletî ji bo rêgirtin û kêmkirina koçberên neyasayî û parastina asayîşa welatiyan, berdewam e li ser bilindkirina asta karê Dezgeha Koçberiyê li Herêma Kurdistanê.