Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê dike

Nêçîrvan Barzanî û şandeke Komara Îslamî ya Îranê
Nêçîrvan Barzanî û şandeke Komara Îslamî ya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê dike û pê re danûstandinan li ser berfirehkirina livîna bazirganî, çend pêşniyaran ji bo zêdekirina seferên rasterast ên amsanî û zêdetir berfirehkirina alîkariyan di warên pizişkî û geştyarî de û vekirina devera bazirganiya azad di navbera her du aliyan de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 06.06.2024) pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê kir ku ji parêzgerên parêzgehên hevsinorên Herêma Kurdistanê û hejmareke nûnerên wê deverê li Perlemana Îranê pêk hatibû.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Di wê civînê de, her du aliyan dilxweşiya ji bo astê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê diyar kir û tekez li ser befirehkirina livîna bazirganî û hatinûçûn û veguhastinên li deriyên sinorî kir, herwesa danûstandin li ser çend pêşniyaran ji bo zêdekirina seferên asmanî yên rasterast, zêdetir berfirehkirina alîkariyan di warên pizişkî û geştyarî de û vekirina devera bazirganiya azad di navbera her du aliyan de kirin.”

Di eynî demê de her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku hevpariyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gelek in û daxwazên dualî ji bo pûtedana bi hemî warên peywendî û alîkariyên hevpar tekez kirin.

Şanda mêvan spasî û rêzên xwe ji bo hêsankariyên derbazbûna serdankerên Komara Îslamî ya Îranê ji bo cihên wan ên pîroz li başûrê Îraqê di nav Herêma Kurdistanê re diyar kirin.

Her di wê civînê de, aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê û Konsulê Îranê li Silêmaniyê jî berhev bûbûn.