Matthew Miller: Waşinton ji pişka Heşda Şebî di budceya Îraqê de nîgeran e

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê radigehîne, “Waşinton ji pişka Heşda Şebî di budceya giştî ya Îraqê de nîgeran e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller duhî (Pêncşem, 06.06.2024) ragehand, “Waşinton li beranberî wergirtina sê milyar û 500 milyon dînaran ji budceya giştî ya Îraqê ji aliyê Heşda Şebî ve nîgeran e.”

Matthew Miller herwesa got, “Endamên Heşda Şebî di çalakiyên tundûtîjî û neseqamgiriyê de li Îraq û Sûriyeyê pişkdar in.”

Navbirî amaje jî da, “Em nîgeran in ku endamên Heşda Şebî bi Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê nake û di çalakiyên tundûtîjî û neseqamgiriyê de li Îraq û Sûriyeyê pişkdar e.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ron jî kir, “Êrîşkirina li ser serbazên Amerîkayê û Hevpeymanan û serbazên artêşa Îraqê û cihên bazirganî ewlehî û aborê Îraqê binpê dike. Em dê berdewam daxwazê ji Hikûmeta Îraqê bikin ku wan aliyan kontirol bike û li beranberî şkandina qanûnê berpirsyar dabine.”

Ev di demekê de ye ku ev çend roj in li Bexda û parêzgehên din ên başûrê Îraqê dest bi êrîşkirina li ser cihên bazirganî û dezgehên brandên Amerîkayî û Rojavayî hatiye kirin, û li Bexdayê koma xwaringehên KFC bi neçarî hemî tayên xwe daxistin.