Encumenên Şaredariyê Colemêrgê: Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê hilbijartin

Viyan Tekçe
Viyan Tekçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê qeyûmê hatiye tayînkirin red kirin û bi yek dengî Hevşaredar Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijartin. 

Li ser fermana Wezareta Navxwe, di 3ê Hezîranê de qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê hat danîm. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji posta xwe hat dûrxistin û 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ew şandin girtîgehê. Herwiha dorpêça polîsan li ser şaredariyê jî didome.

Li ser vê yekê jî, Encûmenên Şaredariya Colemêrgê yên DEM Partiyê li avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê li hev civiyan û daxuyaniyek weşandin û bi yek dengî Hevşaredar Viya Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart. 

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak daxuyanî xwend û got: “Biryara tayînkirina qeyûm û girtina hevşaredarê me pir bi awayekî eşkere bi sedemên siyasî hatiye kirin.”

Parlak destnîşan kir ku encûmenên şaredariya wan ku bi îradeya gel hatine bijartin qeyûm qebûl nakin û got: “Em tenê cihekî û biryarekê esas digirin, ew jî gelê me ye. Berpirsiyariya me ye ku em li wekaleta gelê xwe xwedî derkevin.

Parlak got jî: “Piştî hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û girtin, me wek encumenên şaredariyê di encama dengdanê de hevşaredara me Viyan Tekçe wek serokwekîla şaredariyê bijart.” 

Viyan Tekçe a wek serokwekîl hatiye bijartin jî axivî û destnîşan kir ku ew ê heta 5 salan li cem gelê xwe bin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin.