“Kurd im Ez” hunermendekî Siûdî stranekê li ser Kurdistanê dibêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Navdar ê ereb Ebdulmecîd Ebdullah straneke nû ya bi navê “Kurd im Ez” bi zimanê Erebî belav kir û tê de behsa ciwanî û hezkirina Herêma Kurdistanê dibêje.

Strana “Kurd im Ez” ku hunermendê Siûdî Ebdulmecîd Ebdullah gotiye, ji aliyê helbestvan Ebdullah El-Mulhim ve hatiye nivîsandin û mûzîka wê jî ji aliyê Fayez El-Saîd hatiye danîn.

Hunermend Ebdulmecîd Ebdullah di strana “Kurd im Ez”  de behsa ciwanî, şûnwarên bajarên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî dike.

Piştî weûandina vê stranê li ser platforma “YouTube”, di nav kolanên kurdî de rastî gelek pêşwazî lê hate kirin li platformên medyaya civakî gelek hat parvekirin.

Ebdulmecîd Ebdullah ji Erebistana Siûdî, di sala 1962an de jidayik bûye. ji dawiya salên 90î yên sedsala borî de navdariyeke mezin standiye û bi dehan albumên wî hene.