Keskîn Bayindir: Danîna qeyûm nenasîna vîna gelê kurd e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarên Kurd derbarê danîna qeyûm bo Şaredariya Colemêrgê de dibêjin, encama nenasîna vîna gelê kurd e. Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê jî di wê baweriyê de ne ku hiquq hatiye binpêkirin.

Karvedanên danîna qeyum bo şaredariya Colemêrgê berdewam in ku derdora Avahiya Şaredariya Colemêrgê bi barikatan hatiye dorpêçkirin û siyasetmedar jî amaje dikin ku nayê xwestin ku vîna gel şaredariyê rêve bibe û danîna qeyum nîşaneya nenasîna nasnameya gelê kurd e.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir ji K24ê re got: “Ji sala 2016an ve ev cara sêyem e ku qeyum tayîn dikin û dest datînin ser vîna gelê kurd. Ev zilm e, ev nayê qebulkirin, em qebul nakin, qada navneteweyî de jî bertekên erênî hene.”

Bi danîna qeyum re erkê meclîsa şaredariya meclîsa colemêrgê ku endamên wê jî bi hilbijartinê hatibûn destnîşankirin hat rawestandin û endamên meclîsê dibêjin danîna qeyum nehiquqî ye.

Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Nurettîn Korkmaz dibêje: “Li gorî qanûnên tirkî eger hevserok were durxistin meclîsa şaredarîyê şûna wî serokek nu hildibijêre lê qanun bo kurdan cuda ye û li aliyê tirkan cuda ye”

Mehmet Sidiq Akiş 31ê Adarê de 14 hezar û 528 deng wergirt û xelkê colemêrgê dibêje eger wisa danîna qeyuman bidome dê hilbijartin bêwate bibin.