Îsraîlê rizgarkirina 4 dîlan li Xezzeyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê di operasyoneke taybet de li navenda Kerta Xezzeyê de, 4 dîl li kampa penaberan a Nûsêratê bi saxî rizgar kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, dîl li du cihên cuda yên kampa Nûsêrat ji aliyê hêzên Şabak û Yemmam ve hatine rizgarkirin û niha ew birine navendeke tendirustiyê û rewşa her çaran baş e.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, kesên ku dîl hatine girtin ev in: Noah Arghaman (25 salî), Almog Mîr Janî (21 salî), Andrey Kozlov (27 salî) û Şlomî Ziv (40 salî).

Wek artêşa Îsraîlê diyar kiriye, ew her çar ke di 7ê Cotmeha 2023an de di Festîvala Muzîkê ya Novayê de ji aliyê Hamasê ve hatibûn revandin.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari got, ji bo rizgarkirina 4 dîlan ji Hamasê, bi sedan leşkerên Îsraîlî beşdarî operasyoneke taybet bûn.

Daniel Hagari di kongireke rojnamevanî de got jî, operasyon bi hefteyan dihat plankirin û polîsek jî di operasyonê de bi giranî birîndar bûye.

Her wiha got, artêşa Israîlî dê operasyonên xwe ji bo azadkirina 120 dîlên din ên li cem Hemasê berdewam bike.