Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê dîdareke nivîskarên Dihokê lidar ket

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê dîdareka nivîskarên Duhokê bi rê ve çû. Edebiyathezên Kurd ên li Stenbolê heta dawiya dîdarê guhdariya çîrok û helbestên nivîskarên Dihokê kirin û civateke germ a rewşenhizrî di navbera wan de dirûst bû. Serokê Êketiya Nivîserên Kurd a Dihokê Hesen Silêvanî diyar kir ku, çalakiyên bi vî rengî ji bilî xizameta yekxistina çanda Kurdî, xizmeta wê yekê jî dike ku, ew bikaribin rûyê geş a Herêma Kurdistanê nîşanî perçeyên din ên Kurdistanê û xelkên  din bidin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vê carê mazûvaniya çîroknivîs û helbestvanên Duhokê kir. Hesen Silêvanî, Enwer Mihemed Tahir, Îsmaîl Silêman Hacanî, Selam Balayî, Beyar Bavî û Mihemed Ebdula çîrok û helbestên xwe pêşkêşî edebiyathezên Kurdî yên li Stenbolê kirin. Serokê Êketiya Nivîserên Kurd a Duhokê keyfxweşiya xwe ji vê bernameyê diyar kir û da zanîn ku, pêwendiyên rewşenhizrî derî vedike ku ew rûyê geş ê Herêma Kurdistanê bo perçeyên din ên Kurdistanê û xelkên dî nîşan bidin.

Serokê Yeketiya Nivîserên Kurd a Dihokê Hesen Silêvanî ji K24ê re got: “Em wekî Yekîtiya Nivîserên Kurd her dem hindê digerin ku pêwendiyên nivîskarên Kurd, bi nivîskarên Tirk, Ereb û biyanî xurt bibin. Di semînera îro de nivîskarekî Ereb jî digel me bû. Keyfxweş in ku di vî warî de pêtir pengavan bavêjin. Pêwendiyên me bi nivîskarên bakurê Kurdistanê jî gelek xurt in. Em her dem hewil didîn biparêzin û berfireh bikin. Çalakiya îro jî yek ji wan gavan bû.”

Îsmaîl Silêman Hacanî jî balê dikşîne ser hejmara zêde ya Kurdên li Stenbolê û dibêje, merc e ku ew berdewam rewşenhizriya perçeyên din ên Kurdistanê hev bidin nasîn.

Çîroknivîs Îsmaîl Silêman Hacanî dibêje: “Em dikarin bêjin Stenbol bûye bajarekî Kurdan. Zêdetir heft milyon Kurd lê dijîn. Divê em her car serdana Stenbolê bikin. Hunermend û zana û nivîskarên xwe hev bidin naskirin. Pêwendiyan çêbikin û em bibin mêvanê hev daku xizmeta çanda netewa xwe bikin.”

Beşdarên dîdarê ji civata nivîskarên Duhokê têr nebûn û berdewamiya xebatên bi vî rengî bo yekxistina çanda Kurdî girîng dibînin.

Beşdar: “Ev bûye pireka edebiyatê di navbera bakur û başûrê Kudistanê de. Edebiyat ji bo nasandina çanda neteweyekî girîng e û em hêvî dikin semîmer û panelên wiha zêdetir bibin.”

Beşdar: “Gelek girîng e ku perçeyên Kurdistanê çanda hevûdu nas bikin û nêzikê hev bibin. Gelek pêwîstiya Kurdan bi xizmetên wiha re heye û sipasdarê amadekarên vê dîdarê ne.”

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, vê dawiyê bûye yek ji navendên diyar ê nêzikkirina bakurê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê. Berî niha du hefteyan Nazand Beghkani vê carê jî nivîskarên Duhokê serdana vir kirin bo pêşkêşkirina berhemên xwe. Weqfa Beşîkçî bo avakirina yekîtiya çanda Kurdî bernameya xwe heye mazûvaniya rewşenhizrên perçeyên din ên Kurdistanê bike.