Nûnerê Cotyarên Sergeranê: Pêşveçûnek bi arasteya vegerandina zeviyan ji bo Kurdan heye

Mihemed Emîn
Mihemed Emîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Cotyarên Sergeranê radigehîne, “Li bingeha Wezareta Dad li Bexdayê civîna duyê ya Lijneya Çarekirina Arêşeya Zeviyên Çandinê yên Kerkûkê hat kirin.” Herwesa dibêje, “Bi awayekî giştî pêşveçûnek bi arasteya vegerandina zeviyan ji bo Kurdan heye.”

Nûnerê Cotyarên Sergeranê Mihemed Emîn îro (Yekşem, 09.06.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Îro li bingeha Wezareta Dad li Bexdayê civîna duyê ya Lijneya Çarekirina Arêşeya Zeviyên Çandinê yên Kerkûkê hat kirin.”

Mihemed Emîn herwesa got, “Cudahiya civîna îro ji civînên berê ew bû ku vê carê cuda bi nûnerên Kurdan û Erebên hawirdekirî yên her deverekê re civîn hat kirin.”

Navbirî amaje jî da, “Ew lijne heta niha di qonaxa komkirina zanyaran de ye û dixwaze guhdariya pêşniyar û çareseriyên pêdivî yên hemî aliyan bike.”

Nûnerê Cotyarên Sergeranê eşkere jî kir, “Bi awayekî giştî pêşveçûnek bi arasteya vegerandina zeviyan ji bo Kurdan heye, ku ew daxwaza Kurdên hemî deveran bû, herwesa paştir Ereb ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve bên qerebûkirin.”

Mihemed Emîn ron jî kir, “Heta niha hejmareke Ereban ji wê çarekirinê razî nînin û wê lijneyê biryar daye li paşerojê dîsa bicive.”