Banka TBI koma duyê ya kartên bankê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê da destê tîma Hejmara Min

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI koma duyê ya kartên bankê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê da destê tîma pirojeya Hejmara Min.”

Tîma pirojeya Hejmara Min îro (Yekşem, 09.06.2024) ragehand, “Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI koma duyê ya kartên bankê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê da destê tîma pirojeya Hejmara Min.”

Ev jî di demekê de ye ku Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 04.06.2024ê ragehand, “Di çarçoveya piroseya bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejmara Min de, Banka Îraqî ya Bazirganiyê TBI koma yekê ya kartên bankê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê da destê tîma pirojeya Hejmara Min, ku ji kartên bankê yên 368 fermanberên tevaya wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tê.”

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa duhî (Şemî, 08.06.2024) ragehand, “Di çarçoveya piroseya bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejmara Min de, me ji bo heftiya çarê li ser hev navên 539 fermanberên tevaya wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo banka TBI şandin”.

Li roja 16.05.2024ê, di çarçoveya piroseya bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi rêya pirojeya Hejmara Min de, lîsta yekê ya fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji zanyarên 368 fermanberên tevaya wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatibû pêşkêşî Banka Îraqî ya Bazirganiyê hat kirin.”