Civata Wezîran danûstandinan li ser hinardekirina petrolê û sê tewerên din dike

Civîna borî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Civîna borî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û danûstandin li ser hinardekirina petrolê, vekirina du meydanên gomirkî li Diyala û Mûsilê, serhijmêriya giştî ya şêniyan û ezmûnên giştî yên pola 12ê ya amadeyî dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 12.06.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berhevbûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dicive û danûstandinan li ser çar bendên taybet dike.

Di para yekê ya wê civînê de, danûstandin li ser encamê serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê kompaniyên petrolê ji bo Bexdayê tên kirin, ku li rojên 8 û 9 ên vê mehê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re civiyan.

Di para duyê de, danûstandin li ser pirsa vekirina du meydanên gomirkî li parêzgehên Diyala û Mûsilê tên kirin, ku ji aliyê Hikûmeta Federalî ve hatine vekirin, ji ber ku dê bandor li ser rêya livîna bazirganî ya deriyên sinorî yên Herêma Kurdistanê hebe.

Para sêyê ya wê civînê ji berçavkirina mijara serhijmêriya giştî ya şêniyan pêk tê, ku biryar e li rojên 20 û 21ê yên Mijdara îsal li Îraq û Herêma Kurdistanê bê kirin.

Para çarê ya wê civînê jî ji berçavkirina berheviyên Wezareta Perwerdeyê û aliyên peywendîdar ji bo ezmûnên giştî yên pola 12ê ya amadeyî bi hemî pişkên wê ve pêk tê.