Şaxewan Ebdula: Divê em ji nêz ve haydarî gil û gazinên welatiyên Kerkûkê bin

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Divê em ji nêz ve haydarî gil û gazinên welatî û fermangehên Kerkûkê bin û arêşe û aloziyên wan çare bikin.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Çarşem, 12.06.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Rast e ku divê em zêdetir li Bexdayê bin lê ev wê manayê nade ku em destan ji gil û gazinên welatî û fermangehên Kerkûkê berbidin.”

Şaxewan Ebdula herwesa got, “Di wê çarçoveyê de, me serdana çend fermangehan kiriye, li birêveberiyên Hatinûçûnê, Tendirustî û Karebê. Em serdana wan dikin ên ku karê wan bi welatiyan re heye ji bo ku em ji nêz ve bizanin karûbarên welatiyan çawa tên birêvebirin û arêşe û aloziyên wan çi ne.”

Navbirî amaje jî da, “Li ser mijara fermangehên Kerkûkê jî, ew arêşeyên ku hene û peyda dibin, em jê re çare dikin. Di dema borî de hejmareke arêşeyan hebûn; swarên motorsiklan arêşeya wê yekê hebû ku motorsiklên wan jê re nedihatin tomarkirin, me jê re çare kir. Herwesa arêşeya internetê jî hebû, me ew jî jê re çare kir. Niha jî her arêşeyek hebe, em dê jê re çare bikin.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Bizavên rijd ji bo diyarkirina parêzgerekî ji bo Kerkûkê hene, di derfeteke nêzîk de di rûniştina Civata Parêzgehê de, parêzgerek tê diyarkirin ku nûnerîtiya hemî pêkhatan bike. Tevaya postên dî jî yên Kerkûkê qonax bi qonax di dema du sê mehan de tên parvekirin.”