Silêmanî.. Sîstema gazê ya avahiyekî teqî û kesek mir

Silêmanî.. Sîstema gazê ya avahiyekî teqî û kesek mir
Silêmanî.. Sîstema gazê ya avahiyekî teqî û kesek mir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li taxa Aştiyê ya baajrê Silêmaniyê, sîstema gazê ya avahiyekî bazirganî teqî û di encamê de agir berbû para serî wî avahî û kesek mir.

Li dû gotina şahidekî, ew rûdan li seet 09:20 çê bûye, ji ber karkirina hostayekî di sîstema gazê ya wî avahî de bûye ku bi teqîna wê sîtemê re di cih de miriye û termê wî ji bo Pizişkiya Dad a Silêmaniyê hatiye veguhastin, lê nasnameya wî nehatiye diyarkirin.

Herwesa ji ber dûkela wê şewatê, saxlemiya yek ji endamên Bergiriya Şaristanî jî têk çûye.

Li dû zanyarên K24ê, ew avahiyê teqîna sîstema gazê tê de çê bûyî avahiyekî bazirganî ye û tenê qata jêrî bi temam hatiye avedankirin ku xwaringeh e, ew jî ji ber wê teqînê hatiye berdan.

Herwesa tîmên Bergiriya Şaristanî û aliyên din ên peywendîdar jî ji bo diyarkirina sedemên wê teqînê mijûlî vekolanan in.