Kelar.. Karebê du kedkar girtin û yek ji wan kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) - Karebê du kedkar di dema karkirinê de li ser pirojeyekî akincîbûnê li Kelarê girtin, yek ji wan mir û yê dî jî li nexweşxaneyê ye û birînên wî giran in.

Birêveberê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Şehîd Hejar Rizgar Letîf îro (Çarşem, 12.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro karebê du kedkar di dema karkirinê de li ser pirojeyekî akincîbûnê li Kelarê girtin û bi birîndarî ji bo Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Şehîd Hejar hatin veguhastin.”

Birêveberê Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Şehîd Hejar herwesa got, “Ji ber bandora karebê, yek ji wan kedkaran miriye û yê dî jî ji ber giraniya birînên wî ji bo Silêmaniyê hatiye veguhastin.”

Her îro li komelgeha Qeretepeyê jî karebê welatiyek kuşt.