Li Tirkiyeyê careke din bihayê mazotê zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bihayê mazotê careke din zedê dibe û lîreyek û 34 qurişan li her lîtreyekê tê zêdekirin

Li gorî agahiyan, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê îro piştî nîvê şevê lîreyek û 34 qurişan tê zêdekirin û lîtreya mazotê li Diyarbekirê 42 lîreyan derbas dike.

Ev yek piştî wê tê, ji berî çend rojan bihayê mazotê lîreyek û 21 qurişan daketibû.