Fuad Husên: Me bi Elî Baqirî re behsa pêşxistina peywendiyên siyasî, ewlehî û aborî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand: “Me ligel Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê li ser pêşxistina peywendiyên siyasî, ewlekarî û aborî gotûbêj kir.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro di konfiraseke rojnamevanî ya hevbeş de got: Serdana şanda pilebilind a Iraqê bo Tehranê û beşdariya wan di merasima sersaxiya Serokkomarê Îranê de, bihêzbûna peywendiyên Iraq û Îranê nîşan dide.

Fuad Husên wiha got: “Em li bendê bûn ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Raîsî û Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan serdana me bikin, lê qederê rê neda.”

Wezîrê Derve yê Iraqê aşker kir: “Me li ser pêşxistina peywendiyên siyasî, ewlekarî û aborî ligel Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê gotûbêj kirin.”

Got jî: “Me li ser kêşeyên li herêmê gotûbêj kirin û li ser wê yekê em hevnêrîn in ku rewşa herêmê û asayîkirina kêşeyan li herêmê, pêwîstiya wan bi diyalog û şêwirîna berdewam heye.”

Fuad Husên derbarê agirbesta li Xezzeyê de got: “Em helwesta xwe dubare dikin û piştgirî didin agirbesta li Xezzeyê. Berfirehkirina qada şer û metirsiya Îsraîlê ya li ser başûrê Libnanê metirsîdar e ji ber ku wê wêraniyê zêdetir bike.”

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kanî îro 13ê Hezîran bi serdanekê gihîşt Bexdayê. Herwiha biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike û li gel berpirsên pilebilind bicive.