Şêx Mûs Qaya: Rûniştina darizandina tometbarên rûdana Nisêbînê hat paşxistin

Şêx Mûs Qaya
Şêx Mûs Qaya

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştina pêncê ya darizandina tometbarên rûdana Nisêbînê hat paşxistin, parêzerê wê dozê amajeyê dide ku kesûkarên qurbaniyan goman hene û dilgiran in.

Parêzerê doza qurbaniyên rêdana Nisêbînê Şêx Mûs Qaya îro (Pêncşem, 13.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Di rûniştina borî de vekolan li ser doza tometbaran û livîna bankî ya tevaya tometbaran hat kirin, ev jî pêdivî raportekê ye ku divê kesekî şareza binivîse.”

Şêx Mûs Qaya amaje jî da, “Em li benda nivîsîna vê raportê ne lê ew raport nehatiye nivîsîn û negehiştiye dadgehê, lewma jî ev rûniştin ji bo roja 12ê Îlonê hat paşxistin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Piştî gehiştina wê raportê, daxwazkerê giştî dê li roja 12ê Îlonê axiftineke yekalîker hebe û ev doz dê bê bidawîanîn.”

Parêzerê doza qurbaniyên rêdana Nisêbînê ron jî kir, “Giringiya vê raportê di wê yekê de ye ku tometbarên wê dozê bi awayekî eşkere tê de hatine destnîşankirin û ron e ku wan ew tawan kiriye.”

Şêx Mûs Qaya tekez jî kir, “Malbata qurbaniyan goman heye û dilgiran ku kesekî din bar di wê rûdanê de hebe û bi rêya van tometbaran ew kar hatibe kirin.”

Serê sibeha roja Pêncşemê, 19.01.2023, li bajarkê Nisêbînê yê girêdayî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê pênc welatiyên bajarê Dihokê, ku bi merema wergirtina çareseriya pizişkî diçûn Tirkiyeyê, ji aliyê çend kesan ve hatin kuştin.

Ew rûdan li ser rêya serekî ya Nisêbîn - Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê çê bûye. Piştî wê rûdanê jî, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê pênc kes desteser kirin ku li dû itîrafan, du ji wan tometbarên serekî yên wê rûdanê ne û her sê kesên din jî di wê tawanê de alîkar bûne.