Amerîka milyon dolaran ji bo nûjenkirina mezarekî Kurdistanê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo parastina dîrokê û vejandina aborî û anîna geştyaran ji bo deverê, Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Mezarê Nahom nûjen dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Pêncşem, 13.06.2024) parve kiriye, “Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi wekalet Pamela Hak serdana hejmareke cihên keltûrî yên giring ên Herêma Kurdistanê kir, yek ji wan cihan jî Mezarê Nahom bû ku ji bo Cihû û Kiristiyan û Misilmanan cihekî zengîn û giring ê xwedî pêgeheke keltûrî ye.”

Wê konsulxaneyê eşkere jî kir ku, Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê yek milyon dolar ji bo nûjenkirina wî mezarî terxan kirine. Wekî ku wan amaje daye, ew alîkarî ji bo nûjenkirina wî mezarî pêxemetî alîkarîkirina parastina dîrokê û vejandina aborê xwecihî û herwesa anîna geştyaran ji bo wê deverê hatiye terxankirin.

Wekî ku wê konsulxaneyê eşkere kiriye, Pamela Hak serdana Dêra xweşik û qeşeng a Reban Hormiz kir, ji bo zêdetir aşnabûnê li ser dîroka dûr û dirêj û rengîn a Kiristiyanan û tekezkirina pabendbûna Hikûmeta Amerîkayê bi piştevanîkirina Kiristiyanên Îraqê û civatên din, paşî çû Lalişê û bi rêberên Êzidiyan re civiya.