Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê gehişt Hewlêrê

Rêber Ehmed û Elî Baqirî Kenî
Rêber Ehmed û Elî Baqirî Kenî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û hejmareke berpirsên hikûmî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî nêzî seet 09:25 ê sibeha îro (În, 14.06.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û hejmareke berpirsên hikûmî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Biryar e her îro seet 11:00 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî bike û piştî civînê daxuyaniyên rojnamevanî jî bidin. Her îro Elî Baqirî Kenî bi awayekî cuda bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî dicive.

Tê çaverêkirin ku Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê û berpirsên mezin ên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên bazirganî, siyasî, civakî û ewlehî de bikin.

Serperiştê Wezareta Derve ya Îranê Elî Baqirî Kenî duhî (Pêncşem, 13.06.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re civiya. Heftiya borî jî navbirî serdana Libnanê û Sûriyeyê kir û bi karbidestên wan her du welatan re civiya.

Piştî wexera dawiyê ya Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re di rûdana keftina helîkoptera wan de, Elî baqirî serperiştiya wezareta derve ya welatê xwe dike. Piştî wergirtina wî postî, ev serdana wî ya yekê ye ji bo Herêma Kurdistanê.