CENTCOM: 7 radarên Hûsiyan li Yemenê hatine şikandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Amerîkayêragihand, wan heft radarê Hûsiyan li Yemenê jinav birin, di demekê de ku Hûsiyan êrîşên xwe li ser tevgera deryayî li Deryaya Sor tundtir kirine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, wan 7 radarên Hûsî yên ku dikatin keştiyan û tevgera bazirganiyê bikin armanc, jinav birin.

CENTCOMê diyar kir, di 24 demjimêrên borî de, ligel wan radaran, 2 qeyik û dronekê li deverên di bin kontrola Hûsiyan de li Yemenê jinav birine.

Li gorî nûçeya Agence “France Presse”, ev êrîşên Amwerîkayê di demekê de ye, êrîşên Hûsiyan li keştî û tevgera bazirganiyê li Deryaya Sor zêde bûne.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Ewlekariya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand, piştî ku Hûsiyan keştiya barhilgir “Tutor” li Deryaya Sor kiribû armanc, av derbasî wê bû û wan tîmên keştiyê derxistin.