Li Efrînê 67 saliya damezrandina PDK-Sê bi çalakiyekê hat bibîranîn

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li Efrînê 67 saliya damezrandina PDK-Sê bi ahengekê hat bibîranîn. Berpirs û rayedarên PDK-Sê jî tekeziyê li ser berdewamiya kar û xebata xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd dikin.

Li bajarê Efrînê bi boneya derbasbûna 67 salan li ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye, ahengek hat lidarxistin. Berpirs û rayedarên PDK-Sê bi vê boneyê dibêjin, ewê berdewam bin di xebata xwe de, heya ku mafê gelê kurd were misogerkirin.

Endamê PDKSê Omer Bircê: “67 sal di ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyeyê re derbas bûne, em vê boneyê pîroz dikin. PDK-Sê her dem di xizmeta gel û welatê xwe de ye.”

Endama PDK-Sê Mûfîda Hesen: “Gelek ji gelê me hatiye vê ahengê û pir kêfxweş in bi vê rojê.”

Nûnerê ENKSê li Efrînê Ehmed El-Hesen: “Em pîrozbahî li gelê Kurd û tevgera Kurdî bi tevahî dikin. Bi vê boneyê jî em silaveke taybet ji damezrênerê Partî Dr. Xelîl Mihemed re dişînin ku ew tenê ji 7 kesên damezrêneran di jiyanê de ye

Di 67emîn salavegera damezrandina PDK-Sê, serkirde û berpirsên wê partiyê amaje bi qonaxên hestiyar û zehmet yên ku PDK-Sê tê re derbas bûye dikin û tekezî dikin, ew ê berdewam bin di xebatên xwe de heta ku mafê kurdan di destûrê Sûriyê de were misogerkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Horo Osman ji K24ê re got: “Partiya me di gelek qonaxên hestiyar re derbas bûn, çi perçebûn û çi yekbûn. Yekbûna dawî di sala 2014an de li ser destê serokê neteweyî Mesûd Barzanî bû ku 4 partiyên wek hevdu difikirin û li ser rêbaza Barzanî ne, yekîtiya ragihandin. Em dixwazin mafên Kurdan di pêşeroja Sûriyeyê de, wek hemû pêkhateyan di destûrê de werin çespandin.”

Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya di 14ê Hezîrana 1957an de, bi hewldana komeke siyasetmedar û rewşenbîrên siyasetmedarên kurd hat damezrandin û bû xaleke diyarker di pêvajoya têkoşîna siyasî û civakî ya Kurdan li Sûriyeyê de.