Tê pêşbînîkirin di cejnê de 300 hezar geştyar bên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşbînî dike di çar rojên Cejna Qurbanê de, zêdetirî 300 hezar geştyaran serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji K24ê re ragihand, 10 roj beriya Cejna Qurbanê zêdetirî 100 hezar geştiyar gihiştin Hewlêrê û ew pêşbînî dikin zêdetirî 300 hezar geştiyar di rojên cejnê de bên Herêma Kurdistanê.

Diyar kir jî, wan amadekariyên tam ji bo hatina geştiyaran li hemû cihên geştiyariyê kirine, otêl, motel û xwaringeh dê ji bo pêşwazîkirin û xizmetkirina geştiyaran vekirî bin.

Îbrahîm Ebdulmecîd got jî: “Di çar mehên destpêkê yên îsal de, tevî nebûna werzê geştyarî, lê zêdeyî du milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine û tê pêşbînîkirin ku îsal zêdetirî heşt milyon geştyaran werin Herêma Kurdistanê.”