Efrînî bi dilekî şikestî pêşwaziyê li cejna Qurbanê dikin

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Li gundê Basûtê yê Efrînê merasîma Cejna Qurbanê bi nimêja cejnê, serdana goristanan û serdana xizm û cîranan dest pê dike. Jinek jî bi dilşikestî dibêje, cejnên wan ne wek yên berê ne, bi taybet ku gelek ji malbatên wan koçber bûne û rewşa ewlehiyê ne cîgir e.

Welatiyê bi navê Seidî Elî li ser merasîma cejnê ji K24ê re got: “Piştî nimêja cejnê, em berê xwe didin goristanan û piştre em cejnê bi meriv û cîranan re dikin. Înşallah cejna were ji vê baştir bibe.”

Ji ber dagîrkeriya Efrîn û rewşa ewlehî û aboriya xirab, gelek xelk ji Efrîn koçber bûye, jineke kurd jî dibêje, cejnên wan ne weke yên berê xweş in, zarokên wan penaber û koçber in, ji ber vê yekê jî di cejnan de, keyfxweşiya wan kêm e.

Hemîda Meho dibêje: “Em serdana miriyên xwe li goristanan dikin, ev dap û nerîtên me ne. Zarokên me hemûyan li derve ne û em bi tenê mane.”

Ev şeş sal in bajarê Efrîn di destê komên çekdarên sûrî de ye, kurdên li Efrînê rastî gelek astengî û zordariyê tên, wek şer, girtin, revandin, eşkencekirin û desteserkirina mal û milkê xelkê. Her cejin jî hêviya xelkê ew e ku rewşa wan baştir bibe û careke din ewlehî û armaî li tevahiya Efrînê peyda bibe.