Sebah Elî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Germiyanê hezar kîloyên goştî parve dike

Sebah Elî
Sebah Elî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Nivîsîngeha Germiyanê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî radigehîne, “Bi hevpariya Heyva Sor û kompaniyan, me nêzî hezar kîloyên goştî li ser taxên hejaran ên Germiyanê parve kirin.”

Birêveberê Nivîsîngeha Germiyanê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Sebah Elî îro (Duşem, 17.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li tevaya parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê goştê qurbaniyan parve dike, li roja yekê ya cejnê 80 ga li dû rênimayên Tendirustiyê li serbirxaneyan vekuştin û paştir li ser taxên hejaran tên parvekirin.”

Sebah Elî got, “Ev porpje bi hevpariya Heyva Sor a Îmaratî û hin kompaniyan e. Me li Germiyanê çar ga li dû rênimayên Tendirustiyê vekuştine, ku nêzî hezar kîloyên goştî hebûne û li ser 500 malan li çend taxên komelgeha Rizgariyê tên parvekirin.”

Navbirî amaje jî da, “Ew goşt bi wan malbatan tê dan ên ku her roj serdana me dikin, ku hin ji wan xwediyên pêdivîtiyên taybet in, hin jî kirêdar in û navên wan li nik me tomarkirî ne.”