Qurbaniyan 16 hezar kes li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birîndar kirin

Wêneyê hin birîndaran
Wêneyê hin birîndaran

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rojên cejna Qurbanî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 16 hezar kesan ji ber “neşehrezahiya di vekuştina caneweran” de birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Fexredîn Koxa ragehand, li hemî bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zêdebarî qedexe û parvekirina haydariyan, hejmereke zêde ya welatiyan ji aliyê xwe ve canewer kirine qurbanî. Di dema vekuştina wan caneweran de jî, zêdetirî 16 hezar kesan birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê herwesa amaje da, li gelek cihan jî canewerên qurbanî revîne û li ser cadeyan belav bûne, ev jî bûye sedema metirsiyê li ser welatiyan.

Duhî (Yekşem, 16.06.2024) li Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û gelek welatên din ên Misilman roja yekê ya cejna Qurbanî bû. Her sal wekî edetekî dînî, Misilman canerweran vedikujin û li ser xelkê hejar parve dikin.

Her di roja yekê ya cejna qurbanî de, nivêja cejnê ji aliyê Misilmanan ve li mizgeftan tê kirin û li nav holên mizgeftan cejnê li hev pîroz dikin û daxwaza gerdenazakirinê ji hev dikin.