Di Kabîneya Nehê de biryara çêkirina 41 pondan hatiye dan

Pirojeya ponda Pirîsa Jêtrî li Helebceyê
Pirojeya ponda Pirîsa Jêtrî li Helebceyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo kêmkirina zirarên guhertinên seqayî, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka karê xwe ve rêkarên pêdivî ji bo parastina samanê avê yê Herêma Kurdistanê bi cih tîne. Di Kabîneya Nehê de, razîbûn li ser çêkirina 41 pondan bi sê qonaxan hatiye dan ku tevaya xerciya çêkirina wan zêdetirî 27 milyar dînaran e.

Encamên guhertina seqayî û kêmbûna ava pakij hevrikiyên cîhanî yên îro ne. Ji bo kêmkirina zirarên guhertinên seqayî, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka xwe ve rêkarên pêdivî ji bo parastina samanê avê yê Herêma Kurdistanê bi cih tîne. Yek ji bizavên Kabîneya Nehê ku berçav e çêkirina hejmareke zêde ya pondan li seranserî Herêma Kurdistanê ye.

Li dû zanyaran, di Kabîneya Nehê de razîbûn li ser çêkirina 41 pondan bi sê qonaxan hatiye dan ku tevaya xerciya çêkirina wan zêdetirî 27 milyar dînaran e. Di qonaxa yekê de 20 pond hatine çêkirin, ji bo qonaxa duyê razîbûn li ser çêkirina 14 pondan hatiye dan. Ji bo qonaxa sêyê jî razîbûn li ser çêkirina çar pondên din hatiye dan. Herwesa derxistî ji bo 23 pondên din hatiye kirin û piştî derxistina razîbûnê dest bi pirojeya çêkirina wan tê kirin.

Ji bilî ku di Kabîneya Nehê de bi gojinê milyarek û 600 milyon dînaran pond hatine nûjenkirin, zêdetirî 243 milyar dînaran jî ji bo pirojeyên bendavan hatine terxankirin.

Pondên Herêma Kurdistanê li gundan hatine çêkirin ku armanca wan a serekî, ji bilî parastina sermayeya avê, komkirina ava pêdivî ye ji bo çandin û geştyariyê.

Li dû amarên Birêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê li Herêma Kurdistanê, zêdetirî 20 bendav û pondên din di qonaxên dîzayn û temamkirinê de ne, ku hemiyan bi hev re 87 milyon û 47 hezar metrên sêcarkî yên avê hene. Herwesa bendavên Herêma Kurdistanê bandor û feydeyên rasterast ji bo Îraqê jî hene.