Romanowski: Em pêbend in bi rûbirûyî hejmûna xirab a Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Wezareta Derve ya Amerîkayê tevgereke çekdarî ya Îraqî bi “terorîst” nasand, Balyoza Amerîkayê li Bexdayê pabendbûna Washingtonê bi “rûbirûbûna hejmûna xirab a Îranê” tekez kir

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski li ser tora civakî “X” nivîsand: “Biryara Wezareta Derve ya Amerîkayê binavkirina Tevgera Ensarullah û sekreterê giştî yê wê weke tevgereke terorîstî, pabendbûna Amerîka bo rûbirûbûna hejmona xirab a Îranê û gefên milîsên girêdayî Tehranê tekez dike.”

Ev daxuyaniya Romanowski piştî wê tê, Wezareta Derve ya Amerîkayê roja 18ê Hezîranê tevgera Ensarullah û sekreterê giştî yê wê rêxistinê, weke tevgereke terorîst nasand û got ku ev tevger “milîsek hevalbenda Îranê ye û beşek ji Berxwedana Îslamî li Iraqê ye.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got, Washington pabend e bi “lawazkirin û jikarxistina şiyanên leşkerî yên komên çekdar ên Îranê” ji bo rêgirtina li êrîşên “terorîstî” li ser hêzên wan.

Herwih Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez kir, Washington dê her rê û rêbazan bikar bîne ji bo “rûbirûbûna piştevaniya Îranê ji terorê re.”