Geştyarekî ji Bakurê Kurdistanê di rûbarê Xelan Biyawê de xeniqî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Bergiriya Şaristanî ya Soranê ragehand, geştyarekî ji Bakurê Kurdistanê yê 49 salî di çemê Xelan Biyawê de xeniqî.

Birêveberê Bergiriya Şaristanî ya Îdareya Serbixwe ya Soranê Karwan Mîrawdelî ji K24ê re ragehand, geştyarekî ji Bakurê Kurdistanê bi navê “Sawaş Beşar”, ku ji bo geştiyariyê hatibû wê deverê, di çemê Xelan Biyawê yê devera Xelîfanê de xeniqî.

Karwan Mîrawdelî da zanîn jî, termê wî geştiyarê Kurd ê 49 salî hat dîtin û ji bo pizişkiya dadwerî ya Soranê hat şandin.

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Muqedem Serkewt Kareş li roja Çarşema borî jî, 12.06.2024, ji K24ê re ragehandibû, “Amara rûdanan li Herêma Kurdistanê ji destpêka îsal heta niha bi parêzgeh û îdareyên serbixwe ve gehiştiye du hezar û 162 rûdanên cuda cuda, herwesa me 31 keysên xeniqînê jî li seranserî Herêma Kurdistanê hene.”

Navbirî herwesa amaje jî dabû, “Rêjeya rûdanan li beranberî salên borî gelek zêde bûye û xasma rêjeya keysên xeniqînê lê tiştê cuda ji salên din ew e ku piraniya wan kesên ku xeniqîne Kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne.”

Navbirî herwesa got, “Hin ji kesên xeniqî yên salên borî welatiyên naverast û başûrên Îraqê bûn, hin jî xelkê derveyê Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn wekî welatiyên Sûriye û Îranê ku li Herêma Kurdistanê dijiyan.”