Artêşa Israîlê biryara berfirehkirina bereyê şer da

Artêşa Israîlê pilana êrîşkirina ser Hizbulaha Libnanî pejirand
Artêşa Israîlê (Wêne: AP)
Artêşa Israîlê (Wêne: AP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Radyoya Artêşa Israîlê parve kiriye, “Tevî berdewamiya şer û aloziyan bi Hizbulaha Libnanî re, fermandeyên mezin ên artêşê pilana şerî li dijî Libnanê û bi awayekî diyarkirî li dijî çekdarên Hizbulahê pejirandiye.”

Radyoya Artêşa Israîlê ragehand, “Piştî helsengandina rewşa ewlehiya sinor û deverên bakurê Israîlê, fermandeyên mezin ên artêşê pilan û pêngava berfirehkirina bereyê şer û êrîşa bejahiyê bo ser başûrê Libnanê li dijî çekdarên Hizbulahê pejirandiye.”

Wezîrê Derve yê Israîlê Israel Katz soz daye eger êrîşa çekdarên Hizbulahê bo ser sinor û axa Israîlê hat kirin, ew dê wê rêkxistinê bi temamî nehêlin.”

Her di derheqa berfirehkirina bereyê şer û êrîşkirina li ser Hizbulaha Libnanî ji aliyê Israîlê ve, govara Foreign Policy raportek belav kiriye û tê de nivîsiye, “Eger şerê Israîl û Hizbulahê biqewime, rewşa şer û pêşveçûnan wekî kertê Xezeyê û çekdarên Hemasê hêsan nabe ji ber ku Hizbulah gelek ji Hemasê bihêztir e.”

Wê govarê amaje jî daye, “Li dû vekolaneke Navenda Çavdêriyan û Vekolanên Stratejîk a Navdewletî, Hizbulaha Libnanê wekî yek ji bihêztirîn rêkxistinên neqanûnî yên çekdarî yên cîhanê tê hejmartin, ji ber ku bi alîkariya Îran û Rûsyayê kariye çekê pêşkeftî peyda bike.”

Herwesa ew navend texmîn dike di vê rewşê de, Hizbulah xwediya nêzî 130 hezar moşekan be û şiyana pûçkirina sîstema bergiriya asmanî ya Israîlê û êrîşkirina ser mezintirîn bajarên Israîlê heye û dikare di sê rojan de jêrxaneyên serekî yên wekî parzinîngehên petrolê, bingehên asmanî û Westgeha Atomî ya Demonayê wêran bike.

Her di raporta govara Foreign Policy de hatiye, xaleke din a bihêziya Hizbulahê di şerên bajar û kolan bi kolan de şerê tunelan e. Li dû şirovekerên Israîlî, Hizbulahê jî wekî Hemasê toreke berfireh a tunelan li nav Libnanê çê kirine.