Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê tevlî Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê dibe

Logoya Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê
Logoya Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê tevlî gera 21ê ya Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê dibe, ku li welatê Lîtwanyayê tê kirin.

Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê bi tevlîbûna sê hezar kesan ji 100 welatên cîhanê li Lîtwanyayê tê kirin, ku ji 18 heta 21ê vê mehê anku ji bo dema sê rojan berdewam dibe. Şandeke Desteya Destpêakiyê ya Herêma Kurdistanê jî bi awayekî fermî tevlî wê konferasê bûye.

Konferansa Cîhanî ya Dijegendeliyê korbenda yekê ya cîhanî ya dusalî ye ji bo berhingarbûna gendeliyê ku ji aliyê Civata Şefafîtiyê ya Navdewletî ve tê rêkxistin, her sal nêzî 1500 aktorên hikûmet, civaka medenî, ciwan, medya û aktorên din tevlî wê dibin.

Îsal gera 21ê ya wê konferansê ji aliyê Komara Lîtwanyayê ve bi navnîşanê “rûbirûbûna gefên cîhanî, rawestiyan ji bo yekparçehiyê” bi rê ve diçe.

Di wê konferansê de behsa bandorên desthilatdariya dijegendeliyê tê kirin ku çend gefên cîhanî bi hev re hatine girêdan, wekî hevrikî, guhertina seqayî, paşveçûna demokrasiyê, metirsiya ji teknolojiya nû ku ewlehiya cîhanî û jîn û jiyara mirovatiyê têk daye.