Mesrûr Barzanî aliyên peywendîdar bo anîna termên koçberên peravên Îtalyayê haydar kirine

Elî Ehmed
Elî Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îtalyayê pêr (Duşem, 17.06.2024) parve kir ku belemeke koçberan li peravên Îtalyayê binav bûye û hejmareke zêde ji swarên wê winda bûye, ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî tê de bûn û dixwast derbaz bibin Almanyayê.

Her di wê rûdanê de, ji du malbatên 11 kesî tenê sê kes hatine rizgarkirin û yên din jî winda ne. Elî Ehmed ku kesekî nêzî wan her du malbatan e di wî warî de ji K24ê re ragehand, “Ew her du malbat wekî xelkê din biryar da ku biçin Ewropayê û li wê derê berdewamiyê bidin jiyana xwe. Tevî ku me gelek ji wan re got ku neçin jî lê wan biryara xwe dabû ku biçin.”

Navbirî herwesa got, “Ew li roja Yekşemê ji Stenbolê ber bi peravên Îtalyayê bi rê keftin, heta rojên duyê û sêyê jî nûçeyên wan hebûn lê piştî hingê nûçeyên wan neman heta ku ew rûdan çê bû û hin ji wan rizgar bûn.”

Wî kesî amaje jî da, “Ji ber belavbûna nûçeyên wê rûdanê li ser ajansan, me zanî ku ew rûdan çê bûye ku di eynî demê de ew bi rê ve bûn. Paştir me peywendî bi qaçaxçiyan kir lê bersiva me neda.”

Elî Ehmed ron jî kir, “Rewşa saxlemî û derûnî ya wan her sê kesên ji malbata me rizgar bûne cîgir nîne û li jêr çavdêriya pizişkên Îtalyayê ne.” Di derheqa qurbaniyên din de jî got, “Me çi zanyar nînin ka gelo kesên winda hatine dîtin an no.”

Navbirî herwesa ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî wekî xemxwerê welatiyên Kurdistanê aliyên peywendîdar haydar kirine ku ji bo anîna terman bên ser xetê, belkî ji wan azaran kêm bibin ên ku me hene.”

Wî kesî eşkere jî kir, “Li ser daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe, du kes ji me bo Îtalyayê tên birêkirin, ji bo nasîna terman û haydarbûna li ser wê rewşê, hemî rêkar jî hatine bicihanîn.”