Geştyar di rojên cejnê de seredana cihên dîrokî yên Diyarbekirê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekir di rojên cejnê de li gel zedebûna pileyên germahiyê jî, disa cihên dirokî qelebalix in. Geştîyarên ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine Diyarbekirê qesta cihên dirokî dikin.

Yêk ji van ciha Piradehderî ye û geştîyar diyar dikin ku cihekî gelekî xweşe.

Welatî: “Em ji Stenbolê hatin vira. Em seride çûn Meletî paşê hatin vira. Xizmên me li virin. Em ji xwe re digerin. Cejna kerkesê piroz be. Cara ewile têm pir xweş e.” 

Welatî: “Em ji Ruhayê hatine, Dîyarbekir pir xweşe hinekê germ e, lê ji bo gere gelek xweş e. Me got Ruha germe, em hatin Diyarbekir jî germe. Mirovên wê gelek baş in.”

Welatî: Em ji Samsunê hatine. Me Diyarbekir gelek xweş dit. Ne weke pêşbîniyên me bû, gelek xweştir e. Em li Sûran gerîyan paşê hatin vir. Bajarekî bêhempa ye. Bêhna dirokê jê te. Mirovên wê ji gelek baş in û xwînşîrîn in.”

Welatî: “Diyarbekir gelekî xweş e. Em ji Edene tên. Min van dera dît gelek keyfa min hat.”