Saziya Keşûhewayê: Li 13 bajaran pileya germê di ser 40ê re dibe

Diyarbekir (K24) – Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ragihand, îro dê li 13 bajarên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê pileya germê di ser 40 re be û hişyarî da welatiyan ku bergiriyên xwe bigirin da ku rastî pirsgirêkên tendirustiyê nebin.

Ji aliyê Saziya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin, tê pêşbînîkirin bajarên Bakurê Kurdistanê jî tê de îro li Tirkiyeyê li 13 bajaran pileya germê derdikeve ser 40ê.

Dide zanîn jî, pileyên germe dê ji rewşa asayî ya demsalî 5-10 pileyan zêdetir be û li gorî daneyên raportên keş û hewayê dê pileya germê li Semsûr û Rûhayê 44, Diyarbekir, Mereş û Batmanû 43, Kîlîs 42, Denîzlî, Dîlok û Sêrt 41, Xerpêt, Manîsa û Mêrdînê 40 be.

Amaje bi wê jî da, rojhilatê Deryaya Reş, Bakurê Serhedê, li rojhilatê Wanê, li Herêma Torosan a rojhilatê Deryaya Sipî, li derdora Uşak, Denîzlî û Bûrdûrê pêşbiniya baranê tê kirin.